Li Çînê vîrosekî ne diyar derbasî 1700 kesî bûye û dibe sedema mirinê

Li Çînê vîrosek ne diyar derketiye holê. Ev vîros di mirov de nexweşiyê ciger, heraret û kuxikê çêdike. Heta niha ji ber vê vîrosê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Yekem car ev vîros di Kanuna 2019’an de li bajarê  Wuhan a Çînê derdikeve û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest da.

Rêveberên Çînî ragihand ku wan heta niha di 200 kesî de ev vîros dîtiye.

Hin pisporên tenduristiyê yên Bîrîtanî ji BBC’î re axivîn û diyarkirin ku reqemên hikûmeta Çînê parvekiriye ne rast e.

Pisporan gotin,

Heta niha li cem 1700 kesî ev vîros hatiye tespît kirin.

Ev vîrosa ku nû derketiye holê hemû saziyên tendûristiyê yên cîhanî xist tevgerê.

Piştî lêkokînên berfireh yên li ser nexweşiyê tê gotin, ev nexweşî vîroseke ji qirêjî û îltîhabê çêdibe.

Her wiha pir zû derbasî mirovan dibe.

Hate gotin ji derveyê Çînê ev vîros li Tayland û Japonyayê jî li ser çend kesan hatiye dîtin.

Ji ber metirsiya belavbûna Vîrosê kesên, ev nexweşî li ser wan hatîn dîtin di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Leave a Reply

Back to top button