Li Lubnanê di nava 2 rojan de, zêdeyî 540 kes birîndar bûn

Bîlançoya xwepêşandanên li Lûbnanê jî giran dibe. Di nava du rojên dawiyê de zêdeyî 546 kes birîndar bûne.

Hêzên dewletê duh li Beyrûdê bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî xwepêşandêran kir.

Çalakgeran jî bi keviran bersiv da.

Di nava du rojan de zêdeyî 546 kes birîndar bûn.

Çalakger li kolaneke li pêşiya parlamê li hev kom bûn û slogana “Şoreş, şoreş” gotin.

Iro jî Serê sibehê gelek rêyên Trablûs-şamê ji aliyê xwepêşandêran ve de hatin girtin.

Li bajarê  Saîda û  Majdelyûn ên li başûrê welêt, şaxên heman bankayê hatin xerakirin.

Tevî çalakiyên şermezarkirinê, rêveberên siyasî ji bo derketina ji krîzê gaveke şênber neavêjin.

Serokkomar Mîchel Aoûn bang kir ku bi beşdariya Wezîrên Parastinê û Karên Hundir civîneke ewlekariyê pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button