Îro salvegera 37’an a koça dawî ta helbestvanê Kurd Cegerxwîn e

Îro salvegera 37’an a koça dawî ta helbestvan û zanyarê Kurd Seydayê Cegerxwîn e.
Her çendî ji nava civaka Kurd bar kiribe jî lê wî bi berhemên xwe ên hêja mîrateyeke dewlend a helbest û wêjeya Kurdî li pey xwe hişt.

Şêxmûsê kurê Hesen.

Yan jî mîna ku gelê wî nas dike, Seydayê Cegerxwîn.

Beriya vê bi 37 salan li paytexta Siwêdê Stockholmê koça dawî kir.

Cegerxwîn di 1903an de li gundê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercewsê ji dayîk dibe.

Hê di temenê zarokatiyê de barekî giran ê jiyanê hildigre ser milê xwe.

Sala 1920’an berê xwe dide Amedê û li wir dibe şagirtê mederesyê.

1927’an derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û pêşî li gundê Tilşeyîrê bicih dibe.

Piştî demeke kurd berê xwe dide bajarê Amûdê û li wir bikarê meletî û seydayetiyê tedibe.

Sala 1934’an dibe sazumankarê Komeleya Ciwan-Kurd.

Lê ji ber zextên dewleta Fransî ew nikar vê karê bidomîne.

Tevî vê yekê jî dest ji xebatên Kurdayetiyê bernade û sala 1946’an dibe endamê Xoybûnê.

Paşê ev komele bi pêşengiya Ehmed Nafiz dibe Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê.

Cegerxwîn jî dibe sekreterê vê civatê.

Di navbera salên 1948 û 1957an tevlî Partiya Komûnîst a Sûriyê dibe.

Wê demê tê girtin û bi qasî salekê di zindanê de dimîne.

Piştî xebatên 9 salan ji Partiya Komunîst dûr dikeve û rêxistina Azadî saz ava dike.

Ev rêxistinê bi demê re dibe Partiya Demokrat a Kurdî.

Li ser daxwaza partiyê, Cegerxwîn sala 1959’an diçe Bexdayê û li wir di zanîngehê de fêrî Kurdî dibe.

Piştî xwendê bi salan careke din vedigere Rojavayê Kurdistanê.

1967an Cegerxwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê.

Di navber salên 1969 û 1970î de tevlî şoreşa Başûrê Kurdistanê dibe.

Sala 1973’an careke din vedigere Rojava lê ji ber zextên rêjîma Sûrî neçar dimîne ku biçe Libnanê.

Sala 1975’an li Libnanê dîwanên xwe “Kî me ez?” û “Salar û Medya” çap dike.

Sala 1979’an Cegerxwîn diçe Swêdê û li bajarê Uppsalayê bicih dibe.

22’ê Cotmeha sala 1984’an ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide û li ser wesiyeta wî li mala xwe a bajarê Qamişlo tê veşartin.

Back to top button