Çandiniya xwemalî sûka sebzeyan erzan kir

Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li gundewarên Reqayê salane zêdetirî 100 hiktar sebze tên çandin. Cotkarên reqayê diyar kirin ku ji ber alîkariya Rêveberiya Xweser îsal berhemê wan başe.

Ji avhewaya herêmê ya gucew û axa baş, hêsanên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşkêş dike, çandina sebzeyên havînê li heremê zêdekiriye.

Gundewarê Reqayê îsal gelek sebzê mîna bacanê sor, xiyar, kartol (petat), bacanê reş, îsot, fesolî, sed hektar sebz candin.

Cotkarê bi navê Cuma El Elî yê ji herêma El Kesra diyar kir ku hilberîn, li gorî lêçûnê gelek baş e.

Her wiha diyar kir ku di hin cureyên sebzeyan de, rêgeza xwetêrkirinê peyda kirine û deverê n derveyî Reqayê jî têrdikin.

Cotkarê bi navê Munîr Mexlaf ê navçeya Til Birakê jî diyar kir ku wan salên dawî de girîngî dane çandiniya xwemalî, ji ber derve kirîn zehmet e.

Cuma El Elî jî diyar kir ku hilberina sebzeyên xwe malî bandorê sûkê jî kiriye û got

“li Reqayê kîloya bacanê sor bi hezar û 500 lîre ye ku berê bi 5 hezar lîre bû.”

Back to top button