Brîtanya wezîrê parastinê û serokerkanê hikumeta Şamê ceza kirin

Brîtanyayê ragihand ku wê wezîrê parastinê û serokerkanê hikumeta Şamê ji ber pêkanîna tundiya cinsî ceza kir.

Hikumeta Brîtanyayê lîsteyeke nû ya cezakirina sûcdarên tundiya cinsî di rewşên şer de derxist.

Nivîsgeha (FCDO) da zanîn ku di lîsteyê de wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas û serokerkanê hikumeta Şamê Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm hene û rêwîtî li wan hat qedexekirin.

Girêdayî mijarê, wezîrê dewletê yê karên derve yê Brîtanyayê Tariq Ehmed got:

“Divê gefxwarinên bikaranîna tundiya cinsî wek çekekî di rewşên şer de bên rawestandin

û divê em destekê bidin kesên rizgarbûyî da ku em pêşketinê bi dest bixin.

Ev ceza ji bo sûcdaran peyamek e ku Brîtanya dê ji ber sûcên we yên hovane hesabê ji we bipirse.”

Back to top button