Hiquqnasan wê tecrîda li dijî Rêber Apo bixin rojeva civina NY’yê

Komeke hiqûqnasên li cîhanê amadekariyan dikin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bixin rojeva civîna 53’yemîn a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan a NY`yê.

Ji zêdetirî 24 salan ve Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dîl hatiye girtin û di nava tecrîdeke giran de ye.

Tevî hemû daxwaznameyên parêzerên wî yên ji desthilata Tirkiyeyê re pêşkêş dikin lê ji zêdetirî 27 mehan ve agahî jê nayê girtin.

Ji îro ve, ji bo nîqaşkirina mafên mirovan li cîhanê, amadekeriyên lidarxistina civîna 53`yemîn a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan li paytexa Siwîsrayê Cinev, dest pê dike.

Li gorî endamê Rêxistina Efûyê, Elaa Selame diyar kir ku ew plan dikin doza tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê desthilata Tirk ve bixin rojeva civînê.

Selame destnîşan kir ku armanca wan ji vê gavê ew e ku encamên ku Komîteya Mafên Mirovan ji raporên binpêkirin û sûcên li dijî Rêber Apo û hevalên wî û girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê, derxistine çi ne, bê pirsîn.

Parêzer Mazlûm Dînç: Dewleta Tirk qanûnan bin pê dike

Back to top button