Ji Asayîşa Başûrê Kurdistanê astengî ji dengdêrên Bakurê Kurdistanê re

Asayîşa PDK’ê bi sedan ajokarên wesayîtên barhilgir ku dixwazin ji bo hilbjiartinên 14’ê Gulanê derbasî Tirkiyê bibin, li herêmeke navbera Ranya-Şeqlawa de dane rawestandin.

Ajokarên seyareyên bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê, 3 roje bêyî ti sedemek were nîşandan bi sedan kes li asayîşeke navbera Ranya-Şeqlawa yên Hewlêrê de hatine sekinandin.

Ajokarên ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ji bo derbas nebin bi kepçeyan ax rijandine ser rê.

Her wiha ji wan re hatiye gotin, heya talîmat ji jor neyê ewê destûr nedin vegerina Bakurê Kurdistanê.

Ajokar dibêjin, rawestandina evqas kes li wê herêmê ewlekariya wan dixe xeteriyê û pirsgirêka wan ya xwarin û vexwarinê jî heye û li herêmê asê mane.

Ajokaran bang li hêzên asayîşa Başûrê Kurdistanê, saziyên peywendîdar kirin ku pirsgirêkê çareser bikin.

Nunertiya HDP’ê: Biryara PDK’ê biryareke siyasî ye

Back to top button