TEV-DEM’ê têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ daxuyaniyek weşand

TEV-DEM′ê helwesta eşîr, sazî û partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan a piştevaniya bi QSD′ê re silav kir û got:
” Divê em piştevanî û hevgirtina xwe ya bi QSD′ê re xurtir bikin.
Û pêwîste em derfetên xwe hîna bêtir birêxistin bikin, ji ber ku em nûnertiya şoreşa îradeya gelan dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM′ê di destpêkê de îşaret bi gerandina planên siyasetên girêj ên li dijî herêmê kir û got:

Siyaseta komployî ji demeke dirêj ve di civînên çaralî yên li Astanayê de hatiye sazkirin.

Tevgerên van pergalan hemaheng in.

“Armanca êrişan herêmê ber bi lîstokên karesetî ve bikişînin”

TEV-DEM′ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker jî bi zêdekirina êrişan piştgiriya vê yekê dike û got:

Di encama van êrişan de herî dawî li Minbicê ji wan 4 zarok hejmareke sivîl şehîd û birîndar bûn.

Armanc ji van êriş û siyasetên hevpar ew e ku herêmê ber bi lîstokên karesatî ve bikişînin, herêmê bikin qada şer.

Her wiha vegera DAIŞ′ê hêsan bikin, demgorafiya herêmê biguherin û îradeya gelên berxwedêr têk bibin.

TEV-DEM′ê helwesta piştgiriyê ya bi QSD′ê re silav kir

Bi domdarî TEV-DEM′ê bal kişande ser operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û helwesta gelên herêmê.

Tevgera Civaka Demokratîk berxwedana lehengî ya QSD′ê û helwesta gel pîroz kir û ev yek got:

Em helwesta exlaqî û nîştimanî ya tevahî eşîrên Ereb û Kurd, tevahî saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ciwan û jinan silav dikin.

Vê helwestê îsbat kir ev ne şerê Kurd û Ereban e, îsbata vê yekê ev e; yên ku li hemberî komploya fitneyî li ber xwe dan û şehîd bûn, zarokên Kurd û Ereb in.

Li ser vê bingehê divê em baş bizanibin ku komployeke mezin li dijî îradeya me heye.

TEV-DEM: Divê em piştevaniya bi QSD’ê re xurtir bikin

TEV-DEM′ê di dawiyê de bang kir ku divê piştevanî û hevgirtina bi QSD′ê re xurtir bikin û got

Pêwîste em derfetên xwe hîna bêtir birêxistin bikin, ji ber ku em nûnertiya şoreşa îradeya gelan dikin.”

Back to top button