UNESCO′yê êrişa li dijî ekîba JIN TV′yê şermezar kir

UNESCO′yê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser ekîba JIN TV′yê şermezar kir û xwest ji berpirsên êrişê hesab bê xwestin.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke şehîdxistina endamê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şermezar kir.

Rêveberiya UNESCO bang li aliyên berpirsyar kir ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222′yan, di rewşên şer de rojnamevanan û kesên girêdayî biparêzin.

Her wiha xwest ku der barê vê êrişê de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên êrişê sewqî edaletê bên kirin.

Back to top button