Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di hefteya sêyemîn de dewam dikin. Jin û Ciwan bi xurtî tev li xwepêşandanan dibin.
Xwepêşandanên li Siwêdayê yên bi banga çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyîn, çûyîna Esed û serbestberana girtiyên siyasî di hefteya xwe ya sêyemîn de dewam dikin.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê ji saetên sibê ve li navenda bajar kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.
Jin û Ciwan bi xurtî tev li xwepêşandan dibin.
Xwepêşandêran pankartên,
“Na ji mezhebperestiyê re.
Kurd, Suryan, Ereb û Asur, hemû yek in.
Bi rûmeta mirovan welat tên parastin.
kesên ku welatê me wêran kiriye em wan nabexşînin”. vekirin.