Artêşa Yemenê ragihand ku li ser sînorê bi Erebistana Siûdiyê re 18 çekdarên Hûsî hatin kuştin.
Ajansa Sebeyê ragihand ku çekdarên Hûsî li rêzeçiyayên Cerşeb li başûr-rojavayê parêzgeha Cewfê hewl dan ku êrîşî deverên Artêşa Wetenî bikin.
Di encamê de şer rû da û bêhtirî 18 çekdarên Hûsî hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Li rex wê, li başûr-rojavayê parêzgeha Seidayê jî bi desteka Koalîsyoan Erebî, artêşa Yemenê êrîşî deverên Hûsiyan kir.
Hat ragihandin ku di encamê de hejmarek çekdarên Hûsî hatin kûştîn û birîndar bûn.