Serê Kaniyê..Çeteyan alavên dêra mara toma dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê ya dagirkirî alavên dêrekê dizîn û hîna erdê şêniyan desteser dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên dewleta Tirk alavên dêra Mara Toma ya Suraynî li Sêrê Kaniyê dizîn.

Çeteyan ji dêrê alavên hesin, nihas û cîhazên kehrebê dizîn.

Çete dizî û talaniya mal û erdên çandiniyê yên sivîlan jî didomîne û rê nadin cotkaran nêzî zeviyên xwe bibin an jî biçînin, her wiha terktorên wan jî didizin.

Li gorî haman çavkaniyê, çetetan 500 hiktar erdên şêniyên gundên Qetîna, Herdane, Diwêra, Mesacid û Til Berem derstser kirine.

Back to top button