Bi dîmen…PDK’ê hêzeke din şand herêmên Gerîla

PDK’ê amaderkariyên şer didomîne û hêzeke din şand bajarokê Qesrê û Hacî Umeranê yên Hewlêrê.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, vê sibehê PDK’ê hêzeke mezin ku ji maşîneyên leşkerî û çekên giran pêk tê, ber bi Hacî Umeran û Qesrê ya Herêma Balekayetî a bi ser Hewlêrê ve şand.

Hêza hatiye şandin, bi navê “Hêza Topxane yên Şewlewayê” ye.

Li herêmê, ji bilî hêzên PDK’ê ti hêzek din a bi ser Wezareta Pêşmergeyan ve nîne.

Cîgirê serokerkan yê operasyonên Wezareta Pêşmergeyan Luqman Kemal jî li ser liv û tevgera vê hêzê li ser malperên civakî ev tişt bi par ve kir:

“Ti hêzek Wezareta Pêşmergeyan neketiye nava liv û tevgerê û agahiya me ji vê hêzê tune ye.”

 

Hêzên PDK’ê niha jî li herêmên Metîna bend ava dikin

Hat ragihadin ku hêzên PDK’ê li derdora sêgoşeya gundê Birîfka yê li herêma Metînayê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Duhokê bendeke nû ya kontrolê ava kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa Firatê PDK destê sibê bendeke nû ya kontrolê li sêgoşeya gundê Birîfka ava kir û hêz li wir bi cih kir.

Di heman demê de balefirên keşfê yên bi çek û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêmê digerin.

Hat ragihandin hemû deverên ku hêzên PDK’ê lê bi cih dibin, balefirên sîxurî yên dewleta Tirk digerin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku ev benda hatiye danîn ji bo çavdêriya tevgera gerîlayan a li herêmê û ji bo bicihkirina teknîka pêwist e.

Hêjayî gotinê ye ku PDK’ê beriya niha jî gelek hêz şandibûn gundên Malkê, Dosteka, Gisê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Merzîngan, Girê Navxoş, Girê, Difrî û gundê Asûriyekan û li herêma eşîreta Zêbarî dest bi çêkirina çeparan kiribûn.

Çavkaniyên herêmê diyar kiribûn ku hêzên pêşmergeyan nexwestine biçin van herêman lewma çekdarên PDKê yên bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ne û wekî ‘hêzên taybet’ tên naskirin, ji 14’ê Cotmehê ve ji gundê Spîlka heta bi qada Barzanê bi cih bûne.

Back to top button