Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh piştî zeviyên çandiniyê şewitandin, agir bi malên sivîlan ên gundê Til Menax ê başûrê navçeya Zirganê xistin.
Di heman demê de, hêzên dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Rebîat ê rojavayê navçeya Zirganê jî xist.
Şênî û tîmên agirkujê şewat vemirandin.
Duh jî, di çarçoveya hewldana vemirandina agirê li gundê Esediyê rûdayî de jî, sivîlê bi navê Sexîr El-Hecî jiyana xwe ji dest da û sivîlê bi navê Neîm El-Setaf bi giranî birîndar bû.