Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ji bo pêşxistina tekoşîna hevbeş bicive

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê îro li Roma civînekê li dar dixe . Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bang li koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku bi hezaran jin, zarok û çekdarên DAIŞ`ê ku di kampan de ne ji bîr neke û ji bo darizandin û vegera wan gavên pêwîst bavêje.

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ku ji zêdeyî 70 welatan pêk tê, wê îro li paytexta Îtaliya Roma bicive.

Wezîrên karê Derve yên zêdeyî 40 welatan û şandeyên welatên wê beşdarî civîna ku wê Wezîrê Karê Deve yê Amerîka Anthony Blinken rêveberiya wê bike, bibin.

Mezlûm Ebdî: Pêwîst e jin, zarok û girtiyên DAIŞ’ê neyên jibîrkirin

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî têkildarî civînê li ser hesabê xwe yê Twiterê peyamek par ve kir.

Mazlûm Ebdî got:

“Ji bo serkeftinek mayînde divê koalîsyon bi dehezaran jin, zarok û çekdarên DAIŞ`ê yên heta niha di kampên koçberan û girtîgehên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD`ê de ne, ji bîr nekin.”

Fermandar Ebdî bang li koalîsyonê kir ku ji bo pêşî li perwedekirina radîka were girtin, darizandina çeteyan û radestkirina wan ji welatên wan re pêwîste gavên xurt werin avêtin.

Li gorî raporên derbarê civîna Koalîsyonê de ku hatin weşandin, wê di civînê de hewldanên rawestandina terora DAIŞ, pêşxistina tekoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ`ê ku li Sûriyê û Îraqê pêktê û sekna zêdebûna DAIŞ li Afrîqayê were nîqaşkirin.

Anthony Blinken: Pêwîst e hêza leşkerî ya koalîsyonê were parastin

Wezîrê Karê Deve yê Amerîka Anthony Blinken derbarê mijarê de hevdîtineke hevbeş bi Wezîrê Karê Derve yê Firansa Ivan Lodyan re lidar xist.

Rojnameya Le Jornal Du Dimanche a Firansî ew hevdîtin weşand.

Blinken, da zanîn ku ji bo parastina hêza leşkerî ya Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê pêwîstî bi pêşxistina xebata hevbeş heye û wiha got:

“Pêwîste hêza me were pêşxistin, me bi saya vê Koalîsyona ku ji derdora 70 welatan pêk tê, karîbû Xîlafeta DAIŞ`ê ku di navbera Sûriyê û Îraqê de bû hilweşîne. Nabe em careke din rê bidin DAIŞ hêza xwe vegerîne.”

Back to top button