Çiya Kurd bo NY: Komîteyeke şopandinê bişînin!

Hevserokê Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyê nameya bo Neteweyên Yekbûyî şand.
Çiya Kurd got ku divê komîteyeke pispor bi lez derbasî herêmê bibe û encamên êrişan belge bike.

Bedran Çiya Kurd di nameya ku bo Sekretêrê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û nûnerê Navdewletî li Sûriyê Geir Pedersen de dibêje ku “êrişên rêjîma Tirkiyê bûn sedema rûxandinna rêjeyeke mezin a binesazî û çavkaniyên jiyanê”

Her wekî “encamên wêranker bo milyonên mirovan bi xwe re anîn, nexasim bi sedhezarên koçber û penaberan”

Hevserokê Daîreya Têkliyên Derve xwest ku komîteyeke bi lez bo Bakur û Rojhilatê Sûrî were şandin da ku van rastiyan belge bike

Her wiha teqezî li ser pêwîstiya vekirina dergehan jî kir.

Back to top button