Kongra Star têkildarî kuştina jina Kurd Garîbe Gezer di girtîgeha dewleta Tirk de daxuyaniyek a da û diyar kir wê têkoşîna wan a ji bo jinan û bi taybetî jinên girtî bidome.
Koordînasyona Kongra Star îdiyayên dewleta Tirk têkildarî xwekuştina girtiya Kurd red kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk derbarê xwekuştin û çawaniya wê de, gumanê aliyê bûyerê de çêdike û got;
Dewlet bûyerên li girtîgehê êşkencekirin, destdirêjî û kuştinê, navê xwekuştinê lê dike, ev hemû reva ji doze û veşartina rastiyê ye.
AKP`ê bi awayekî sîstematîk li pêşiya çavên rêxistinên mirovahiyê sûcên dijexlaqî dike.
Kongra Star bang li saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan kir erka xwe pêk bînin û tundî û êşkencekirina li girtîgehan bi dawî bikin.
Em ê têkoşîna xwe ji bo jinan û bi taybet girtiyên jin bidomînin.