Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlemena Misirê Reca Elfayid peyamek da

Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlemena Misirê Reca Elfayid bi boneya 22. salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Ocalan peyameke bi dîmen parve kir.

Reca Elfayid di peyama xwe de diyar kir ku hêzên navneteweyî dixwazin li pêşiya Ocalan ê ku bi fikrê xwe parastina mirovahiyê dike bigirin.

Elfayid komploya navneteweyî weke lekeyek reş a li nav çavê mirovahiyê bi nav kir û wiha got:

“Pêwîste navê Abdullah Ocalan li bîra hemû gelan be.

Weke kesayetek heskirî û ezîz, divê her kes têbikoşe ku Ocalan azad bike û vegere nava gelê xwe û xelkê cîhanê de.”

Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlemena Misirê Reca Elfayid diyar kir ku roja Ocalan azad bibe wê li seranserî Misrê gelê ereb şahiya kêşfxweşiyê pêk bîne.

Reca Elfayid da zanîn ku ku hejmarek rewşenbîrên Misirê ji bo azadiya Ocalan lijneyek ava kirine û wê timî di nava çalakiyan de bin heta ku ji zindana xwe derkeve.

Back to top button