Rûsya û Îran li hev civiyan

Têkildarî aloziya Sûriyê, cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê li gel sefîrê Îranê li Moskoyê civiya.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Vêrjîn li grl sfîrê Îranê yê li Moskoyê civiya.

Wezaretê diyar kir ku herdu aliyan piştgiriya xwe ji bo ”Komîteya Destûrî” ya Sûrî destnîşan kir.

Her wiha tekezî li ser hevkariya Rûsya û Îranê di çarçoveya civînên Astanayê hat kirin.

Duh jî berdevkê serokatiya dewleta Tirk Ibrahîm Kalin ragihand ku Adara bê wê gereke din a danûstandinên Astanayê bê lidarxistin.

Back to top button