Yekitiya Hêzên Kurdî li Rojava panelek li dar xist

Yekitiya Hêzên Kurdî li Rojava têkildarî geşedanên siyasî û leşkerî û rêbazên avakirina yekrêziya siyasî ya aliyên Kurdî panelek li dar xist.

Panel Li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişo hat lidarxistin.

Di panelê de bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr amade bûn.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, Salih Muslim, rewşa siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyê nirxand.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê bal kişand ser rêbazên yekkirina helwesta tevgera siyasî ya kurdî li Rojava.

Mûsê bang li aliyên siyasî yên kurdî kir ku bi berpirsyartî û cidiyet nêzî însyatîfa avakirina yekîtiya kurdî bibin.

Back to top button