HAT’ê li gundewarê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan yên taybet H.A.T bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li dêrezorê li ser hin kozikên çeteyên DAIŞ’ê de girt.
Di ecamê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonan de ev agahî parve kirin:

“Piştî şopandina tevgerên wan ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hêzên me yên taybet H.A.T bi piştgirî Koalîsyona Navneteweyî beriya du rojan li djî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê dêrazorê operasyonên taybet pêk anî.

Di encama van operasyonan de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin..

Yek ji wan serçeteyan hatine girtin berpirsê darayî yê fînansekirina şaneyên DAIŞ`ê bû û berpirsê pêkanîna planên dijberî herêmê bû.

Ji aliyeke din di operasyonê de miqdareke cebilxaneya çeteyan hate desteserkirin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawî de teqez kir ku ew ê operasyonên xwe yên ewlehiyê, şopandina şaneyên çeteyan û ewlekirina herêmê bidomînin.

Back to top button