Mîhrîcana Kulîlkên Firatê ya yekemîn a bi dirûşmeya “Em ji bo zarokatiyê dijîn” ev 3 roj in li bajarê Reqayê didome. Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê îro mîhrîcan bi dawî kir.
Mîhrîcana ku li bajarokên Retla û Kedîran ên Reqayê û li navenda bajêr hatibû lidarxistin, gelek komên çand û hunerê yên zarokan beşdar bûn.
Di her sê rojan de tîmên zarokên ji bajarên Reqa, Dêrazorê û gundewarên wan berhemên hunerî, stran û şanoyên ji folklora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirin.
Zarokên Efrînê jî bi çalakiyên xwe yên hunerî beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan li xwaringeha Qerye ya li başûrê Reqayê bi axaftinan bi dawî bû.
Komîteya Çand û Şûnwaran a ku mîhrîcan bi rêxistin kiriye diyar kir ku ew ê her sal di 4`ê Tîrmehê de mîhrîcanê li dar bixin.