Aram Hena: Derveyî berxwedanê ti vebijêrkekî me yê din nîne

Berdevkê QSD’ê Aram Hena paşguhkirina sûcên dewleta Tirk ji aliyê hêzên navneteweyî ve şermezar kir û got:”Emê heta pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.”

Berdevkê QSD Aram Hena geşedanên dawîn ên li herêmê nirxand û got:

“Tawîzên ku di qada Sûriyê de hatine dayîn, nîşan dide ku Sûriye veguheriya qada nakokiyên navneteweyî.

Ev yek hinek berjewendiyên diyar dabîn dike ku dewleta Tirk û gelek aliyên herêmî sûdê jê digirin.

Ji ber van berjewendiyan, hêzên navneteweyî çavên xwe ji sûcên Tirkiyê re digrin, paşguh dikin.”

Berdevkê QSD’ê daxuyand ku ew rojane bi hemû aliyên navneteweyî re ji bo eşkerekirina sûcên Tirkiyê di nav têkiliyan de ne.

Di nav axaftina xwe de Hena îşaret pê kir ji bilî berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê tu vebijêrk li pêşiya QSD’ê tu ne.

Di dawiyê de berdevkê fermî yê QSD’ê Aram Hena ev peyam da:

“Tenê bi hevgirtinê em dikarin serkeftinê pêk bînin.”

Back to top button