Malbatên birîndaranên êrişa li ser Şehbayê: Em ê bêdeng nemînin

Me nûçeya xwe ya beriya niha de diyar kiri bû ku di êrişa li ser şehbayê de jina bi navê Xedîce Şemo a 55 salî û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef a 13salî birîndar bûye.
Malbatên van birîndaran diyar kirin ku ewê li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Ji malbata Xedîce Welo, Hisên Welo diyar kir ku artêşa Tirk di êrişên xwe yên li ser kantona Şehbayê de sivîlan dike hedef .

Hisên Welo dibêje :

ji salan ve dewleta Tirk êrişên hovane li ser kantona Şehbayê pêk tîne.

Îro jî êrişên xwe li ser gundên tijîe sivîl zêde kirin û du sivîl birîndar kir.

Em van êrişan şermezar dikin û li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng namînin.”

Welatiya bi navê Bedriya Welo ev yek got:

“Çima dagirkeriya Tirk her tim sivîlan topbaran dike.”

Dagirkeran navçeya Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran kirin

Back to top button