Qamişlo..Li taxa Wista bombeyek avîtin texsiyek zer di encam de ziyanên madî çêbûn

Artêşa Tirk duh gelek deverên herêmê topbaran kir.
Hêzên dagirker êrişî gundên Şehbayê , navçeya Til Rifet û Dirbêsiyê kir.
Di encama êrişa li ser gundên Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Duh derengî şevê Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo kesên nenas bombeyek avêtin texsiyek zer yên welatiyan.

Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Dewleta Tirk gundên Dirbêsiyê topbaran kir

Artêşa Tirk gundewarê navçeya Dirbêsiyê jî topbaran kir.

Du top li zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Çetelê û Qeremanî yên rojavayê navenda navçeyê de ketin.

Dewleta Tirk gundên Şehba û navçeya Til Rifet topbaran kir

Ji aliyeke din dewleta dagirker doh careke din gundewarê Şehbayê û navçeya Til Rifatê topbaran kir.

Di vê tipbaranê de 8 gundên tije sivîl hatin armanc kirin.

Di encama vê êrişa hov de jina bi navê Xedîce Şemo a 55 salî û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef a 13 salî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.

Back to top button