Şerê Sûdanê-822 sivîl hatine kuştin

Sendîkaya Bijîşkan a Sûdanê ragihand, di şerê li Sûdanê de heta niha 822 sivîl hatine kuştin, 3 hezar û 215 jî birîndar bûne.

Çavkaniyên li Xurtûma paytext da xuyakirin, di saatên berbangê de, êrîşne esmanî û topbaran li Xurtûm, Xurtûm-Behrî û Umdirmanê pêk hatin.

Li gorî çavkaniyan, ji bo derxistina Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji paytextê, Artêşa Sûdanî êrîşan pêk tîne.

2 gerên danûstandinan ên di navbera her du aliyên şerê li Sûdanê, ku li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî pêk hatin û ya dawî beriya 2 rojan bû, şer bi dawî nekir.

Ji ber vî şerî heta niha nêzî 200 hezar kesî ji Sûdanê koçî welatên cîran kiriye, her wiha bêhtirî 700 hezarî di nava welêt de koç kiriye.

Aliyên şerê li Sûdanê sibe dîsa dicivin

Back to top button