Li Bestayê şer derket: 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagiker li herêma Bestayê dest bi operasyonekî kir û di navbera hêzên HPG’ê û leşkerên Tirk de şer derket.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine parvekirin di şer de 4 leşker û cerdevanek hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku li herêma Besta ya Şirnexê di saetên serê sibê de di navbera HPG’ê û leşkerên Tirk de şer derketiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, şerê li herêmê bi piştgiriya hewayî dewam dike.

Li aliyê din derkerte holê ku ji ber hêjmara zêde a birîndarên leşkerên Tirk gelek bijîşk sewqî nexweşxaneya leşkerî ya Şirnexê hatine kirin.

Welatiyên Şirnexê yên ku nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku ji leşkerên birîndar rewşa 3’yan girane.

Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylû jî ragihand ku 2 leşkerên wan, hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.

Lê li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, 4 leşker û yek jî cerdavan hatiye kuştin.

Back to top button