Sykes-Picot û parçekirina Kurdistanê

Rêber Abdullah Ocalan dibêje Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir. Niha jî Gelê Kurd hewl dide bi rêya lihevkirinên stratejîk projeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixe da ku sînorên tarî yên ku beriya 107 sal hatin xêzkirin, rakin.

Îro salvegera Peymana Sykes-Picot ye..

Çîroka parçekirina xaka Kurdistanê vedigere 107 salan.

Di 23’yê Mijdara 1915’an de civînek ji bo parvekirina berjewendiyan di navbera Fransa, Brtîtanya û Rûsyayê de, ji bo 100 salên pêş hat lidarxistin.

Di wê civînê de kurdistan bû 4 parçe û di 16’ê Gulana 1916 de peyam hat îmzekirin.

Têl û sînorên çêkirî hêviyên Kurdan têk birin

Dewletên ku ev parçebûn pêk anî, ‘guh neda girîngiya eknîk, çand û neteweyan ku xaka wan di nava pencên peymanê de hatin jidestdayîn.

Parçekirina Kurdistanê di navbera Sûriye, Iraq, Tirkiy û Îran de hêviyên gelê Kurd ên diyarkirina çarenûsa xwe pûç kir.

Di wê demê bi guhertinên siyasî, li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî, serjêkirin, şewitandin û koçberkirina kurdistaniyan dest pê kir.

Rêber Apo: ​​​​​​​Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5’an de behsa Peymana Sykes-Picot û wiha nirxand: Peymanê Rojhilata Navîn ber bi pêxîr-tengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir û bi van nexşeyan bang li dewletên qels dikin da ku li dijî hev şer bikin.

Peyman bi rêbazên din dewam dike

Ji bo temamkirina vê peymanê lîstikvanên sereke Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye hêzên xwe li Kurdistanê komî ser hev kirin, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Gelên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes) êdî zilma ku li ser hatiye kirîn ji bîr nakin û ji bo ku careke din nekevin pencên dewletên hegemonîk sûd jê girtin.

Pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin û di bi sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de yekîtiya xwe ava kirin.

Gelên herêmê bi tifaqa stratejîk rêxistina herî tundaraw a DAIŞ’ê têk birin û projeya Rêveberiya Xweser a nenavendî pêş dixin da ku sînorên Peymana Sykes-Picot rakirin.

Tirkiye dixwaze vê xewnê bitemirîne

Dewleta Tirk di serdema Erdogan de hewl dide Dewleta Osmaniyan vegerîne û li ser hesabê gelên herêmê sînorê xwe derbas bike.

Cara yekemîn Amerîka û Rûsyayê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku di 25’ê Nîsana 2017’an de êrişê Çiyayê Qereçoxê kir.

Her wiha derfet da wê ku Efrînê di sala 2018’an de û Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de dagir bike.

Niha dewleta Tirk hewl dide bi Rûsya û Îranê re lihevkirinan çêke da ku têkiliyên xwe bi Şamê re vegerîne.

Armanca wê projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Piştî ku sed sal li ser Peymanê bû, rewşa Iraq ji ber şerên taîfî , Sûrî hatiye rûxandin, Tirkiyê di aboriyê de hilweşiyaye û li Îran jî serhildanên gel gurtir dibe.

Back to top button