Gerîla derbên giran li hêzên dagirker dixe

Gerîlayan li herêma Zapê lê artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
HPG’ê ragihand ku artêşa dagirker jî bi gaz û çekên kîmyewî êrişî qadên gerîla kir.

Hêzên gerîla rojane bi çalakiyan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê eşkere kir ku hêzên gerîla li herêma Zapê bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin û ev agahî parve kir;

Li herêma Zapê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

“9 û 10’ê Cotmehê li Girê Cûdî û Girê Amediyê yên bi ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi awayekî koordîneyî li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di van çalakiyan de ku bi çekên giran û taktîka sekvaniyê hatin kirin de, 14 leşkrên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 6 birîndar bûn û 2 kon hatin rûxandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, artêşa Tirk dagirker 9’ê Cotmehê li dijî Girê Çarçel, Girê Ortê yê bi ser herêma Metîna, li Girê Cûdî û qada Sîda yên bi ser herêma Zapê bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û dronên bombebarkirî êriş pêk anîn.

Her wiha hate diyar kirin 7, 8 û 9’ê Cotmehê jî gelek qadên girêdayî herêmên Avaşîn, Barzan, Zap û Metîna bi balafirên şer, helîkopter û topan bi dehan caran hatin bombebarankirin.

HPG: Di çalakiyên gerîlla de li Zapê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Back to top button