Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanyayeke îmzeyan a navnetewî hate destpêkirin.
Kampanya îmzeyan bi dirûşma ‘Banga lezgîn a çalakiyê: Li ber şerê li dijî mirovahiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe’ di 7’ê Cotmehê de hate destpêkirin.
Platforma Dîplomasiya Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiyê dike.
34 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên li Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYE, Elmanya, Îngilistan û Iraqê piştgiriyê dikin.
Ji bo kampanyayê metnên bi zimanên Îngilîzî, Spanî û Portekîzî hatin amadekirin û bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber êrîşan rabin û bi lez gavê biavêjin.
Îmzeyên bêne komkirin wê piştre ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên din ên navneteweyî re bêne şandin.