Danûstandinên di nava Yewnanîstan û Misrê de

Li Rojhilatê Deryaya Spî careke din av germ dibe.
Piştî Tirkiyê ragihand ku ew amade ne bi Misrê re li ser mercên deryayî danustandinan bikin Yewnanîstan kete tevgerê.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Miçotakis hevdîtinek bi Serokomarê Misrê Sîsî re pêk anî.

Piştî Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku dibe ew li gel Misrê li ser rayeyên li Derya Spî danustandinan bikin, li Atîna tevgera hikumetê zêde bû.

Serokwezîrê Yewnanîstanê bi Serokomarê Misrê Ebdulfeteh el Sîsî re peywendiyek telefonî pêk anî.

Di peywendiyê de îşaret bi danustandinên navbera herdu aliyan de hate kirin.

Her wiha hate gotin,

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias roja duşemê wê bi hempîşeyê xwe yê Misrê Sahîh Şukrî re hevdîtinekê pêk bîne.

Mijara sereke ya hevdîtinê jî hevkariya enerjiya navbera herdu welatan û rojeva li Rojhilatê Derya Spî ye.

Beriya niha hikumeta Misrê jî diyar kiribû ku di rewşeke danustandina li gel Tirkiyê de mercên amadebûna Yewnanîstan û Qibrisê danîbû pêşiya Enqerê.

Back to top button