Piştî gelek civînên neserketî, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir wê 24’ê Tebaxê kar û xebata komîteya destûrê ya Sûriyê ya li Cinêvê dest pê bike.
Di civîna online ya Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî rewşa Sûriyê de Pedersen dazanîn ku plana rûniştina gera sêyemîn a diyalogan êdî piştrast bûye û dê 24`ê Tebaxê dest pê bike.
Lê bi şertê ku tedbîrên rêwîtiyê neyên guhartin.
Geir Pedersen ji ber cezayên yekalî yên li dijî Sûriyê hêza dewleta Sûriyê ya dabînkirina gihandina xwarin û pêdiviyên tenduristiyê yên guncaw ji bo pêşîlêgirtina Corona, sînordar dike, bang li rakirina tedbîrên yekalî yên li dijî Sûriye kir,
Komîteya destûrê gelek civîn li dar xistin û tê de nûnerên gelê Sûriyê yên rastîn beşdar nebûn.
Piştî hikumeta Şamê hilbijartina Meclisa Gel a Sûriye bi dawî kirin, ev ger çêbû û çavdêr texmîn dikin ku ev komîte bê çare maye.