ÎHD: Piştî têkbirina pêvajoya çareseriyê zêdeyî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest da

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê re heta niha 5 hezar û 365 kesî jiyana xwe ji dest dane û got:
Em dixwazin pêvajoya di sarincê de derxin û tecrîda li Îmraliyê were dawîkirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî salvegera 5. a bidawîkirina pêvajoya çareseriyê ya di navbera Rêber Ocalan û dewleta Tirk de ku di sala 2013 û 2015’an de hat birêvebirin û bi destpêkirina şer ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an, civîna çapemeniyê li dar xist.

Civîn li Navenda Giştî ya Komeleyê pêk hat.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û destpêkê ev pirs kir:

Qedexeyên derketina derve hê didomin.

Hê jî li navçeya Sûrê kuçe û taxên qedexekirî hene, hûn vê dizanin gelo?

Turkdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de dest pê kir û di sala 2015’an de hat bidawîkirin ji xelkê piştgiriyek mezin werdigirt.

Turkdogan behsa pêjajoya hat bidawîkirin kir û wiha got:

Ciwanên şoreşger dixwestin alîkarî bibin Kobanê.

Lê bombe bi wan ve teqandin.

Pişt re li Serê Kaniyê du polîs hatin kuştin.

Pişt re jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şer dest pê kir.

Îro salvegera 5’emîn a vî şerî ye.

Pêvajoya şer bi bombeberana dijwar a li ser Qendîlê dest pê kir.”

Turkdogan ji roja şer dest pê kiriye û heta îro hin bûyerên girîng û binpêkirinên mafan di nava tomariya ÎHD’ê de cih digirin belav kir û got di nava vê pêvajoya pênc salên dawî de 5 hezar 365 mirov jiyana xwe ji dest dane û gelek bûyerên girîng qewimîne.

Turkdogan got ew ê ji bo aştî, demorkasî û mafê mirovan herdem têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman:

“Pêdiviya Tirkiyê bi pêvajoyek nû ya aştiyê heye.

Em dixwazin pêvajoya di sarincê de derxin.

Pêwîste tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe û pêvajoyek nû ya çareseriyê were destpêkirin.”

Back to top button