Di greva belûcistanê de 3 kes hatin kuştin û zêdeyî 10 zarok birîndar bûn

Li eyaleta Sîstan a Belucîstanê ya Îranê ji bo kesên sala borî di êrîşên li dijî serhildana ‘jin jiyan azadî’ yên 30’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr bînin biryara gireva du rojan girtin.
Lê hêzên Îranê êriş kirin 3 kes hatin qetilkirin û 10 jê zarok gelek kes jî birîndar bûn.

Li Belûcistan û bajarên cuda yên Îranê gel daketin kolanan û êrişên hêzên îranê li dijî gel şermezarkirin.

Polîs êrîşê çalakvanan kir, di encama êrîşan de sê kes hatin kuştin û herî kêm 10 zarok birîndar bûn.

Gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li Îranê ji destpêka 2023’an ve hezar û 700 kes hatine girtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw li ser medya dîjîtal ragihand ku ji destpêka 2023’an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine girtin ji wan 902 kes Kurd û 302 jî Beluc in.

Beriya çend mehan Nûnera Taybet a Mafê Mirovan a Îranê ya NY, raporek derbarê zêdebûna binpêkirinên mafan piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’li Îranê belav kiribû.

Herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd 13 zarok û 8 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Li Miyûnxê pêşengehek bi navê ‘Jiyana Azad a Jinê’ hat vekirin

Li bajarê Miyûnx ê Elmanya jî bi beşdariya aktîvîstên siyasî û sefîrê Partiya Keskan pêşangehek bi navê “Jiyana Azad a Jinê” hate vekirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di pêşangehê de cih girt

Di pêşangehê de sinvisyonek li ser serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi kuştina Jîna re mezin bû jî heye.

Pêşengeha ku ji aliyê rêxistina “Jina Azadî” ve li Miyûnx hat lidarxistin eleqeyek mezin dît.

Back to top button