“Rêveberiya Xweser azadiya gel û jinan esas digre”

Endama Meclîsa Edaletê Atiye Yûsif beşa hiqûqê ya di Rêveberiya Xweser de nirxand û got:Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hiqûq li ser esasên parastina jinan, wekhevî û azadiya gelan hat avakirin.

Li dijî rejîma BAAS’ê ya jin tune dihesiband û dijminatiya gelan dikir pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin bû mînaka demokrasî, azadî û wekheviyê.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re serdemeke nû di aliyê hiqûqê de dest pê kir.

Gelek sazî û dezgeh hatin avakirin û jinan di van saziyana de roleke çalak û girîng girtin ser milê xwe.

“Di Rêveberiya Xweser de hiqûq li gor mafê mirovan tê birêvebirin”

Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Atiye Yûsif beşa hiqûqê ya di Rêveberiya Xweser de nirxand.

Atiye Yûsif da zanîn ku di Rêveberiya Xweser de hiqûq û qanûn tê birêvebirin.

Atiye diyar kir ku li gor pergala Rêveberiya Xweser nûnertiya jinê ji sedî 50 ye.

Atiye destnîşan kir ku dozên medenî yên xweser aîdî Mala Jinê ye.

Rêveberiya Xweser di demek kin de hatiye avakirin, lê ruxmê wê jî gelek gavên girîng avêt.

Yek ji mijara herî girîng wekheviya di navbera jin û mêr de bû.

Back to top button