QSD’ê li Til Temirê du çete girtin

Hêzên QSD’ê yên taybet di çalakiyeke taybet de, li bakurê Til Temirê ya Kantona Hesekê du çeteyên girêdayî dewleta Tirk girtin.

Li gorî mikurhatina çeteyan, ew ji Şamê hatine Idlibê û paştirê ji bo şerê Efrînê hatin şandin.

Çeteyan di axaftina de eşkere kir ku di dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê, ew bi riya sînorên Tirkiyê derbasî bajêr bûn.

Derbarê rewşa li bajarê Serêkaniyê û binpêkirinên li wir pêk tên, çeteyan gotin ku miletê resen li bajêr nemane û xelkên ji Idlib û Xûtaya Şamê li herêmê tên bicihkirin.

Her wiha çeteyan diyar kirin ku li bajarê Serêkaniyê rojane şerê komên çeteyan ji bo destserkirina malûmilkên sivîlan rû didin.

Back to top button