Hikûmeta Şamê: 24 kesên din bi Coronayê ketin, 10 jî baş bûn

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de 24 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 10 kes jî ji vîrûsê rehet bûn.

Wezareta Tendursitiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku 24 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Her wiha wezaretê ragihand ku 10 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê heta niha 608 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 35 mirine û 184 jî baş bûne.

22’ê Adarê yekem kes li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de bi vîrûsa Coronayê ket.

Li seranser cihanê jî heta niha nêzî 15 milyon û 800 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 638 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button