Dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser herêmê jiyana bi hezaran kesî dixe xeteriyê

Bi derketina vîrûsa Coronayê li herêmê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve metirsiya belavbûna vîrûsê zêdetir dibe.

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku bi derketina vîrûsa Coronayê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve jiyana wan di xeteriyê de ye.

Bi derketina vîrûsa Coronayê li herêmê û tunebûna avê metirsiya belavbûna vîrûsê zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema stasyona Elok dagirkiriye û heta niha ev 8 carin stasyonê dide rawestandin û şêniyên Hesekê û gundewarên wê bê av dihêle.

Dewleta Tirk bi vê yekê şerê avê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dimeşîne û jiyana bi hezaran kesî dixe xeteriyê.

Herî dawî 4 rewşên din ên pêketina vîrûsa Coronayê li herêma Cizîrê tesbît bû.

Yek ji wan kesên bi Coronayê jî ji bajarê Hesekê ya ku av li tuneye ye.

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku bi derketina vîrûsa Coronayê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve jiyana wan di xeteriyê de ye.

Şêniyan bang li dewletên Cîhanê û Saziyên Mafên mirovan kirin ku li ber sûcên dewleta Tirk rabin.

Her çiqasî hişyarî ji bo dewleta Tirk tê kirin jî, lê dewleta Tirk bi xistina jiyana bi hezaran kes di xeteriyê de bi israre.

Stasyona Elok 9’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin.

Back to top button