QSD’ê çeteyekî din ê kujerê Seida û Hind girt

Piştî şehîd xistina her du jinên pêşeng Seida El Hermas û Hind El-Xidêr Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li herêma Dêrazorê operasyonên berfireh li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin. QSD’ê çeteyekî din yê kujerê her du jinan girt.

QSD’ê bi taybetî li xeta Dêrezor ê Reqayê heta niha gelek operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk aniye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê QSD`ê çeteyekî din yê kujerê her du jinên pêşeng Seida û Hind girt.

Briya niha jî QSD’ê li dêra zorê komek şaneyên çeteyên DAIŞ’ê girtibû di nava wê komê de jî çeteyekî ku têkiliya wî bi qetilkirina her du jinên Til Şayir de hebû, hatibû girtin.

Back to top button