Zubeyde Zumrut: Ev du sal û nîv e agahî ji Îmraliyê tune ye

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut derbarê çalakiyên ku wê 9’ê Cotmehê di salvegera komploya navnetewî de li Ewropayê dest pê bikin de axivî û got:”Dê di 9’ê Cotmehê de li 74 deverên cuda yên Cîhanê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê şermezarkirin.”

31 meh in tu agahî ji rêber Apo agahî nayên girtin.

Li her devera Cîhanê Kurd û dostên wan di nava çalakiyan de ne.

Li Ewropayê dê di 9’ê Cotmehê de ji bo azadiya rêber Apo çalakî dest pê bikin.

Têkildarî vê yekê hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û got:

“Îsal 9’ê Cotmehê ji bo me salekî dîrokî ye, 2 sal û nîv in ji Îmraliyê agahî nayê girtin.

Ji ber vê sedemê divê li gorî rola dîrokî çalakî û bername bên lidarxistin.”

”Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo roleke dîrokî bilîze”

Zumrut derbarê girîngiya çalakiyên ku wê bin lidarxistin de wiha axivî:

“Em ber bi 9’ê Cotmehê ve diçin û her roja ku derbas dibe jî tecrîd tê girankirin.

Li dijî faşîzma Tirkiyê û pergala îşkenceya dewletê ya li Îmraliyê, li qadan divê rêxistinbûneke xurt pêk bê.

Ji bo azadiya Rêber Apo divê roleke dîrokî bê lîstîn.

Wek saziyên li Ewropayê demek dirêj e plansaziya 9’ê Cotmehê tê kirin.

Hemû sazî, rêxistin û gel li gorî vê berpirsiyariyê tev digerin.”

“Dê li 74 deverên Ewropayê çalakî bên lidarxistin”

Zumrut destnîşan kir ku dê di 10’ê Cotmehê de li Strasbourgê starta çalakiyan bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Ji bo azadiya Serokatiyê dê pêngavek bê destpêkirin.

Em ê pêngavê di 10’ê cotmehê de li Strasbourgê dest pê bikin.

Dê di 10’ê Cotmehê de li Strasburgê bi tevlîbûna 500 kesî nobetê bigirin û ev nobet dê 4 rojan bidome

Nobeta me dê li ber Konseya Ewropayê pêk bê.

Ji xwe li Konseya Ewropayê xebatek heye û em ê dengê xwe bighînin wan û bêjin ‘Hevkariya sûc a ku Tirkiye pêk tîne nekin’.

Her wiha dê li 74 deverên cuda çalakî bên lidarxistin.”

Jinên Helebê: Heta têkbirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Back to top button