Xwendekarên Şêrawa li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo meşiyan

Bertekên li dijî tecrîdkirina rêber Apo roj bi roj mezin dibin.
Li navçeya Şêrawa a Efrînê û Kobanê bi çalakiyên cuda tecrîd hate şermezarkirin.
Di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate kirin..

Xwendekarên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi meşeke girseyî tecrîd bi tundî şermezar kirin.

Meş li gundê Ziyaretê dest pê kir û li kampa Veger veguherî mêtingê.

Li vir daxuyanî hate dayîn û hate diyar kirin di şexsê de rêber APO de dixwazin gelê Kurd tecrîd bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê heya dawiyê li dijî û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bimeşînin.

Her wiha bang li hemû saziyên mafên mirovan jî hate kirin li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Jinên ciwan ên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Jinên ciwan ên navçeya Qinê ya Kobanê jî li dijî tecrîdê meşek li darxistin.

Meş ji pêşiya Meclisa Navçeyê dest pê kir û heya çarxerêya Qordînê veguherî mîtîngê.

Li vê derê daxuyanî hate dayîn û hate diyar kirin

Erka wan ya sereke şikandina tecrîda ku li ser Rêber Apoye û misogerkirina azadiya wî ye.

Her wiha kesên ku beşdarî meşê bûn jî dê heta pêkanîna azadiya rêbertî têkoşînê bidomînin.

Back to top button