Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarokê Gulale yê Xaneqînê kir

Çeteyên DAIŞ’ê, duh bi hawinan êrîşî bajarokê Gulale yê Xaneqînê kirin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, çeteyan du guleyên hawinê avêtin, yek li nava bajarok û yek jî li derveyî wê ketin, lê ti ziyanên canî çênebûn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku piştî êrîşê, artêşa Iraqê cihê ku çeteyan jê êrîş kirin bi balafiran û bi dijwarî bombebaran kir.

Artêşa Iraqê jî, weke bersiva van êrîşên û bi hevkariya odeya operasyonên Daiylayê dest bi operasyoneke fireh li Xaneqîn û derdora wê, kir.

Li Diyalayê çeteyeke DAIŞ’ê hat kuştin

Li parêzgeha Diyalayê jî, di encama êrîşeke asîmanî de ku balafirên artêşa Iraqê li dijî nuqteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn, çeteyek hat kuştin û nuqteyên wan bi temamî hatin rûxandin.

Back to top button