Jinên Helebê: Heta têkbirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Jinên Helebê diyar kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan berdewam e.

Hîbe El Mihemed tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got: “Divê rêxistinên berpirs destwerdanê bike û tecrîdê bi dawî bikin.”

Hîbe da zanîn ku armanca girankirina tecrîdê, têkbirina îradeya gelên ku têkoşîna azadiyê didin û got :

” Tevî ku em fîzîkî jê dûr in lê belê fikrê wî di nav me de belav e û dê her zindî jî bimîne.”

Elîsar Can jî destnîşan kir ku Dewleta Tirk a dagirker difikire ku dikare bi rêya tecrîdê fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji nav gelên azadîxwaz derxe,

Lê belê divê ew bizane ku fikrê wî ji siyasetên wê bihêztir e.”

Emîne Elî jî balkişand ser bêdengiya rêxistinê berpirs li dijî tecrîdê û diyar kir ku bêdengiya wan hevkariya bi dewleta tirk re nîşan dide .

Emîne Elî soza domandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Semer El Elî jî destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya dozên asteng ên civakan e .

Back to top button