Dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê li Torîna Îtalyayê hat şermezarkirin

Ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve şehîdxistina Nûnerê KNK’ê yê Başûr Denîz Cevdet Bulbun û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, li bajarê Torîna yê Îtalyayê hat şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan û Komunîta Kurda ve hat rêxistinkirin.

Di çalakiyê de wêneyên Denîz Cevdet Bulbun û pankartên ku hevkariya PDK û dewleta Tirk teşhîr dike hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Kujer PDK”, “Kujer Erdogan”, “Bimre xiyanet” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk bi destê PDK’ê Kurdan qetil dike û êrîşê herêmên gerîla dike.

Bi hevkariya MÎT’ê dehan kes li navenda bajêr bi suîqestê şehîd kirin.

Maskeyên gazê yên ji bo parastina gerîla ji êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin şandin, desteser kirin.

PDK dide pêşiya Tirkan û êrîşê dibin ser herêmên gerîla. Lê tiştek ji bîr kirin; Ev gel sond xwariye ku xiyanetê rawestîne.”

Back to top button