Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 129’an de didome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi dewr girtina koma 26’emîn di roja 130’an de dewam dike.

Bi amadebûna xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê merasîma dewrgirtinê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma çalakiyê ya 25’emîn çalakî dewrî koma 26’emîn Mizgîn Kara axivî.

Mizgîn Kara di destpêka axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Apo û hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha got:

“Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikîn û serkeftinên ji koma nû ya çalakvanan re dixwazîn.

Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye.

Pêwîste hemû gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser lingan be.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê a ji bo azadiya Rêber Apo bi koma 26’an didome

Back to top button