Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê

Stasyona avê ya Ebrîha yek ji stasyonên girîng ên herêma Dêra Zorê ye.
Ew vê gavê avê dighîne derdora 50 hezar welatiyên çend bajarokên wê herêmê.

Stasyona Ebrîha avê dide stasyona navendî ya li bajarokê Besîra yê Rojhilatê Dêra Zorê da ku were parzûnkirin, dezenfektekirin û piştre li malan were belavkirin.

Ev stasyona navborî, avê dide 50 hezar welatiyên li bajarokên Ebrîha, Besîra, Etal, Qidêhî, Ezayib, Kisara û Tewemiyê.

Li gorî gerînendeyê stasyonê Nîdal El Mexdob, “di rojê de 12 saet kehreb ji bo stasyonê tê, da ku avê bighînin welatiyan, lê dema qut dibe ew yekser ceneretorên kehrebê bi kar tînin, qene av ji ser xelkê qut nebe”.

Back to top button