Asayîşa Teqteqê meşa ciwanan a ber bi Garê ve asteng kir

Asayîşa Teqteqê ya navçeya Koyê ya Hewlêrê meşa ciwanan ya li dijî şerê navxweyî asteng kir.

Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî provokasyonên PDK’ê îro li bajarokê Teqteqê yê navçeya Koyê ya Hewlêrê li hev kom bûn.

Ji bo pêşî li êrişkariya PDK’ê bigirin, ciwanan xwestin ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Lê Asayîşa Teqteq beriya ku meş destpê bike bi ser koma ciwanan de girtin û nehiştin ciwan bimeşin. Ciwanan diyarkir hêzên asayîşê êrişê ser jinên ciwan jî kirin û ji ciwanan re hate gotin ku ‘Kurdistan ne ya we ye.’

Ciwanan bang li YNK’ê kirin ku helwesta xwe ya li beramberî hewildanên derxistina şer zelal bike.

Tevî hemû astengiyan ciwan bi israrin ber bi Garê ve bimeşin.

Back to top button