Papa Fancis li gel serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya

Lîderê rûhanî yê katolîk ê xiristiyan Papa Fancis îro gihîşt patyexta Iraq Bexdayê.

Papa li balafirxaneya navnetewî ya li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin.

Papa di nava tevdîrên zêde de bi konvoyekê berê xwe de Koşka Serokomariya Iraqê.

Papa li Koşka Serokomariyê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Tê payîn Papa li Iraqê 3 rojan bimîne û bi rayedarên Iraqê re bicive.

Pişt re jî wê serdana bajarê Hewlêrê ya Herêma başûrê Kurdistanê bike.

 

Back to top button