Wezîra Karê Hindir a Înglistanê braverman ji erk hat girtin

Wezîra Karê Hindir a Înglistanê Suella Braverman xwepêşandanên ji bo piştgirîkirina Filistînê wekî “meşên nefretê” bi nav kiribû.
Ev gotina Braverman rastî bertekên tund hatin.
Piştî wê Serokwezîrê Înglistanê Rishi Sunak, ew ji erk girt.

Suella Braverman xwenîşandanên ji bo piştgirîkirina Filistînê yên li Îngilîstanê wekî “meşên nefretê” bi nav kiribû.

Li dijî vê gotina Braverman gelek nerazîbûn derketin.

Li gorî nûçeyên Îngilîstanê, piştî wê gotinê û nerazîbûnan Serokwezîr Sunak ji Wezîrê Karê Hundir xwestiye ku ji hikumetê derkeve.

Piştî vê yekê jî Braverman ev yek qebûl kiriye û dev ji erka xwe berdaye.

Li gorî agahiyan Wezîrê Karê Derve James Cleverley li ser vê mijarê bi Serokwezîr Sunak re hevdîtinê pêk aniye.

Piştî wê jî hat destnîşankirin ku Cleverly weke wezîrê Karê hundir hatiye erkdar kirin.

Li şûna wî jî Serokwezîrê berê David Cameron bû Wezîrê karê Derve yê Înglistanê.

Back to top button