Sedir banga boykota hilbijartinên encûmenên parêzgehan kir

Piştî meheke din li Iraqê wê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk bê.
Rêberê Eniya Sedir derbarê hilbijartinê de helwesta xwe diyar kir û got: “Tevlîbûna we ya bi gendelkaran re tişteke ku wê min dilteng bike, boykota we ya hilbijartinê jî wê dilê min xweş bike.”

Rêberê Eniya Sedir, Muqteda El Sedir derbarê tevlîbûna xwe ya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan daxuyaniyek belav kir.

Sedir di daxuyaniya xwe de bang li alîgirên xwe kir û got;

“Tişta herî girîng ku me cûda dike, yekrêzî, guhdan û dilsoziye.

Ji bo vê tevlîbûna we ya bi gendelkaran re tişteke ku wê min dilteng bike, boykota we ya hilbijartinan jî wê dilê min xweş bike.”

Hêjayî gotinê ye tê payîn di 18’ê Kanuna 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêkbên.

Back to top button